Sê kes ji xêzana penaberê kurdê Sûriyê Fewaz Mehmûd Mihemed mirin û sê din şewtîn bi sedema çêbûna agirekî di xêveta wan de.
Ku duhî roja pêncşemê penaber Fewaz jiyana xwe jidest da bi sedema birînên xwe, herwiha roja çarşemê hevjîna wî Kurdistan û kurekî wî binavê Mihemed jiyana xwe ji dest dan li nexweşxaneya Rizgarî li Hewlêra paytext û hersê zarokên din têne dermankirin.
Termên qurbaniyan hatin raguhestin bo gundê Elîgamêş bi rêka derwazê Sêmalka û bi rêuresmekî cemawerî û partayetî de hatin bixaksipartin.
Hêjayê gotinê ye ku li beyaniya roja çarşemê 6-1-2016 an şeş xêvet li Kampa Qoştepe hatin şewtandin bi sedema arîşeyeke eletrîkê.
Jêder: Rojava News