Ferînaz Xesrewanî ew keça bajarê Mehebadê çi derfet li pêş xwe nedît ji bilî ku xwe ji qata çaran ya hotêlê bajêve da şerefa xwe biparêze ji hewla destdirêjkirina ser namûsa wê ji aliyê berpirsekî asayîşa Iranê ve, ligor agahiyên kenela Elerebiyê û zanyariyên hin ajansên din.
Piştî belavbûna vê nûçeyê xelkê Mehebadê bigirseyî derketin nav şeqamên bajêr, û bi xwepêşandanên mezin ji bona şermezarkirina vê kiryara çepel rabûn, û heman hotêla Ferînaz têde dixebitî şewtandin, û ji aliyê xwe ve desthilatên Iranê bajarê Mehabadê dorpêç kirin û hêlên enternêtê ji ser qut kirin.
Hêjayî gotinê ye ku di sala 1946an de Pêşwa Qazî Mihemed komara Kurdistan ji Mehebadê ragihand û bi dirêjahiya 11 heyvan berdewam kir, û paşî li ser destê rêjîma şah ew komar hat têkşikandin û Serokê wê “Qazî Mihemed” li meydana Çarçira hat bidarvekirin.
Jêder: Hevbendî