Serok Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê îro roja sêşemê li Selahdînê pêşwaziyek germ li serokê ENKSê “Îbrahîm Biro” û sikirtêr û nûnerên partiyên ENKSê kir.
Şanda ENKSê di hevdîtinê de li ser hevdîtinên xwe yên li Astana paytexta Kazaxistanê û helwesta aliyê beşdarî kongir û mijarên hatîn gengeşekirin derbarê paşeroja Sûriyê axivî, û herwiha behsa çalakiyên siyasî û diblomasî yên ENKSê yên ji bo berevaniya di ber mafên rewa yên gelê kurd de kirin, û rêz û supasiya serokê Herêma kurdistanê Mesûd Berrzanî kirin li ser piştgiriya berdewam ji hêzên kurd ên welatperêz û resen re, û daxwaza pend û şîretan ji Serok Barzanî kirin, û xwestin nerîna cenabê wî derbarê rewş û paşeroja Sûriyê û navçeyê bibînin.
Serok Mesûd Barzanî ji aliyê xwe ve şanazî bi helwest û xwerageriya partiyên ENKSê kir û tekez kir ku biryar û paşeroja miletê kurd li Sûriyê wê di dest wan aliyan de be yên rêbaza rast û dirust pêrew dikin û yên kar dikin ji bo berjewendiyên netewî yên bilind yên gelê kurd.
Serok Mesûd tekez kir ku ew bi hemû hêza xwe piştgiriya daxwaz û mafên gelê kurd li Sûriyê dikin, û wê Herêma Kurdistanê bimîne piştevan ji xuşk û birayên xwe yên kurdên Sûriyê re.
Herwiha serok Mesûd Barzanî di peyva xwe de ya li pêş şanda ENKSê, hat li ser mijara serxwebûna kurdistanê û rewşa siyasî li navçeyê û nerîna dewletan li gelê kurd û pêşmerge û sînyariyo û pêşhatên siyasî li Sûriyê, û herwiha gefên ramangeriya tundutîjiyê û tundrêbûn û terorê, û tekez kir ku pêwîstiya cîhanê bi gelê kurdistanê heye ji bo têkşikandin û jinavbirina terorê û ramanên wê, herwiha amaje bi şerê tayîfegerî jî kir, û serokê Herêma kurdistanê tekez kir ku kurdistan wê nebe beşek ji şerê tayîfegerî li navçeyê, û got ku ew êş bûye derdeserî û metirsiyek li ser ewlehiya navçeyê û cîhanê.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Ragihandina Hevbendiyê