Rawestanên pirotestokirinê li deverên corbicor ên Gundewarê Helebê lidar ketin, li bo pirotestokirina tawankariyên cengê yên rêjîma Esed derheqê sivîlan, ên ko vê dawiyê bi rêya navendên nifûsan hatin naskirin.
Dezgehên ragehandinê yên xwecihî diyar kirin ko çalakvan û mafnas û ragehêneran ew rawestan piştî nimêja înê li bajarê Mari’ û bajarokê Soran li bakurê Helebê rêkxistin kirin, diruşmên kirdeyên ewlehiya rêjîmê ên zordarî û êşkenceyê pirotesto dikin hildabûn.
Her weha xelkên bajarokê Exterîn bakurê Helebê li meydana bajarok xwepêşindan kirin, têde silogan gotin, û têde bêdengiya navdewletî li ser tiştê ko di zindanên rêjîmê de çêdibin pirotesto kirin, û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ko fişarê bidin ser rêjîma Esed bo girtiyên mayî berdin.
Her weha xelkên bajarê Heyan û Elbab û Ezaz û Exterîn li gundewarê Helebê yê bakur û rojhelat, nivêja cenazeyê kirin, li ser rewanên pakrewanên ko di zindanên rêjîma Esed de jiyana xwe jidest dane.
Rojnameya Fîld ya Elmanî raportek belav kir têde qurbaniyên êşkenceyê di zindanên rêjîmê de anîne ziman, û tekez kir ko rêjîm baş zane ko Îran û Rûsya pişta wî bernadin, ji lewra bi her awayî dixwaze kesên dibin asteng di pêşiya destdanîna wî li ser tevaya xaka Sûriyê tune bike.
Rojnameyê diyar kir ko xelkên kuştiyan bi salan man û tiştek li ser girtiyan nizanîbûn, û nûçeya mirina wan encameke tekez e ji zordariya rêjîmê re, û got ku rêjîmê desthilata xwe ya zordarî bi tekûzî vegerand, û nuha bê ko ji encaman bitirse kuştina girtiyên siyasî radegehîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê