Milîsên PYDê sivîlek li Gundewarê Reqayê Kuşt piştî girtina wî bi çend demjimêran, , û çalakvanan amaje bi wê yekê kirin ku milîsên navborî êrîşî jinan kirin û hin kesên din jî girtin.
Tora “Beledî News” ya xwecihî diyar kir ku milîsên “PYD”ê Îsa El-Hac Ebdula girt, di dema ku grûpek ji endamên ser bi wê partiyê ve di operasyonekê de girtin ser gundê “El-Xalidiyê” yê li Gundewarê Reqayê, bi bihaneya ku hin kesên daxawzkirî hene, û toreyê lê zêde kir ku girtin bi sedema şerekî axaftinê di navbera “El-Hac Îsa” û wan endaman de çêbû, ji ber ku wan çekdaran sixêf ji jinan re kirbûn û êrîşî wan kirbûn.
Toreyê destnîşan kir ku milîsên PYDê piştî du demjimêran El-Hac Îsa wek termekî vegerand, û amaje nekir ka gelo ew di jêr işkenceyê de hatiye kuştin yan hatiye bidarvekirin û ev yek tawaneke nû yê şer e li tawanên milîsên navborî derheqê sivîlan de zêde dibe.
Endamên wan milîsan operasyoneke din mîna ya niha di meha derbasbûyî de derheqê sivîlekî li yek ji baregehên xwe li bexçeyê El- Qehtaniyê li Gundewarê Rojavayê Reqayê pêk anîbû, û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di dawî raporta xwe de ya derbarê binpêkirinan li Sûriyê got ku milîsên PYDê berpirs in di ber kuştina 31 welatiyên sivîl de ji meha Aadarê heta Hezîrana sala 2018an, û destnîşan kir ku zêdetirî 300 kesên svîl bi belge di zindanên wê partiyê de girtî ne, û hin jêderên medyayî destnîşan dikin ku hejmara girtiyan di zindanên PYD de bûne zêdeyî hezar kesî û di nava wan de jin û zarok jî hene bi sedema girtina rojane ya ku di vê dema dawî de zêde bûye.
Gund û bajarokên Gundewarê Reqa yê Bakur rastî helmetên girtinê ji aliyê milîsên “PYD” ve tên, û vê yekê hişt ku welatî xwepêşandanan lidar bixin, û kiryarên wan milîsan şermezar bikin, û daxwaza derketina wan ji wan deveran bikin.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê