Hêzên ewlekariyê yên bi ser milîtanên PYD ya tirorist ve, bi operasiyoneke girtina bêserûber rabûne, li dijî xortên bajarê Hesekê ji bo wan bibin leşkeriya neçar.
Operasiyona bajarê Hesekê ya asayîşên PYD, taxa Xwêran û derdora kolîca Endazyariya Bajarvaniyê dane ber xwe, û rêbend nêzîkî pira Beyrûnî û dergehên taxên bajêr pir kirine.
Li gora çalakvanan milîtanên asayişê her sê mehan bi operasiyonên girtinê radibin, gava ko xulên leşkeriyê yên nû vedikin, ji bo xortên ko leşkeriya xwe bidûr nexistine bi sedema xwendinê bigirin.
Berê jî milîtanên PYD nêzî 17 sivîlan li nêzîk gundê Elezîza bakurê Hesekê girtine, gava ko hewil dane bi nerewayî derbasî Tirkiyê bibin û berê wan dane leşkergehên leşkeriya neçar.
Nûnerê Tirkiyê yê herdemî libal Netewên Yekgirtî, Ferîdon Sînîrlî Oxlo, duh sêşembê, hişyarî da ko rêkxistinên tirorist wek PYD û PKK berdewam in di leşkerkirina zarokan de yên ko temenê wan kêmî 15 salan e, ji bo bi êrîşên tiroristî rabin.
Sînîrlî Oxlo di axaftina xwe ya di rûniştina vekirî de li pêşberî encûmena ewlekariyê ya bi ser Netewên yekgirtî ve dibîne ko ‘’ gerek civaka navdewletî helwesteke siyasî ya xurt û pêrabûnên bi tevahî diyar bike, ji bo rewşa zarokan di nakokiyan de çareser bike. ‘’
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans