Milîtanên PYD derketina kolanê 72 demjimêran li bajarokê Elmensûre qedexe kir, çimkî xelkên bajêr derketibûn xwepêşindanekê bi sedema ko sivîlek bi destê wan milîtanan hatibû kuştin, û hejmarek xort bo leşkeriya neçar girtine.
Çalakvanan diyar kir ko milîtanên PYD yên bi pêkanîna tawankariyên cengê tawanbarkirî ne êvarî operasiyoneke têwerdan û girtinê li bajarok pêk anîne.
Sibeha duhî ew milîtan bi dehên mekîniyên leşkerî ketin bajarok û xwepêşander bi şeşberên navçe ji hev belav kirin, li gora kampanya: ‘’Bi Bêdengî Reqa tête Serjêvekirin ‘’ di encamê de hin xwepêşinder birîndar bûne.
Bûyer roja çarşemê dest pê kirine, piştî ko milîtanên PYD ji rêbendeke xwe gulle berdane xortekî bi navê Zên Elhemed Elzên yê ko hewil da ji girtin û birina leşkeriya neçar bireve, û piştî vê bûyerê xelkên bajêr derketin xwepêşindaneke mezin.
Tirkiyê daxwaz kir ko herêmeke aram li bakurê Sûriyê çêbibe û hemû milîtanên tirorist bên têkbirin, û wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oxlo ragehand ko welatê wî bi tena xwe dikare wê herêmê çêbike.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa tekez kir ko giring e ew herêma aram ji sivîlên Sûriyê re cihekî hêmin be , hem rola wê di hêsankirina vegera penaberan bo welat hebe, bê cudahiya ji aliyê regez û olê de, û got ku giring e miletê Sûrî ji destê wan milîtanên tirorist û hemû cûreyên tiroristiyê rizgar bibe.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî