Balafirên helîkopter û yên cengê yên Rêjîma Esed û Rûsiya di bombebarankirina Meeret Alnuhman û gund û bajarokên Eldêr Elşerqî, Eldêr Elxerbî, Tilminis û Elhamidiyê li gundewarê Idlibê berdewam in, û di ecamê de hejmara xelkên deverên armanckirî pirtir dibe.
Û tîma “Hevrêzkariya Bersivdanê”, doh înê, tekez kir ku bêhtir ji milyonek kes ji ber bombebarana hêzên Rijêmê û dagîrkerên rûs li ser parêzgeha Idlibê di sala 2019 de, derbider bûne.
Û herweha Tîmê got ku bombebarana Rijêmê û hevalbendên wê li ser parêzgeha Idlibê, bû sedema derbiderbûna 1.182.772 kesan, û di navbera heyva sibat û îlonê de 966.140 kes, herweha 216.932 kes di herdû heyvên çirîya paşîn û kanûna pêşîn de derbider bûne.
Û “Hevrêzkariya Bersivdanê” amaje kir ku bombebarana Rijêmê û Rûsiyê li ser Idlibê, bû sedema kuştina 1703 kesan , 470 zarok, 48 endamên Parastina Sivîl û kadroyên pizîşkî û karmendin ji saziyin mirovahî.
Û tîmê got ku 143 avahiyên perwerdekirinê , 82 avahiyên tenduristî, 23 firne, 8 navendên avê, 6 navendên elektrîkê, herweha 136 mizgeft, 36 navendên Parastina Sivîl, 24 kampên derbideran, 42 navendên xizmetguzariyê û çar navendên saziyan, rastî bombebaranê ji hêla rijêmê û Rûsiya ve tên.
Tê zanîn ku parêzgeha Idlibê ji 25 heyva çirîya paşîn ya îsal de, rastî êrîşeke hovane ji hêla hêzên rijêmê û milîsên regezperest, bi piştgiriya asîmanî ya rûsî, û ji 20ê kanûna pêşîn 2019 de êrîş tundtir bûne, û bûne sedema kuştin û birîndarbûna bisedan û derbiderbûna bisedên hezaran ji sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya NIştimanî ya Sûrî