Zarokek şehîd ket û bidehan birîndar bûne di encama topbaran û mûşekên Esed ji bajar û bajarokên Xûta rojhilat a dorpêçkirî re li gundewarê Şamê.
Bajar û bajarokên Xûta ji destpêka çêriya paşî ya borî ketine ber bombebaraneke asmanî ji hêla firokên cengî yên hêzên Esed, û di encamê de hejmareke kes bûne qurbanî û wêraniyeke mezin di avahiyan de çêbû.
Çalakvanan ji Xûta rojhilat gotin ko hêzên Esed û milîtanên mezhebperest yên digel wan, roja înê, bi dehên mûşekan bajarê Dûma û Zemleka û herdu bajarokên E’yn Terma û Eleşe’rî li Xûta rojhilat amanc kirin, û di encamê de zarokek li bajarê Erbîn şehîd ket û bêtir ji 15 kesan li bajar û bajarokên Xûta yên bombebaran giha wan birîndar bûne.
Hêzên Esed û milîtanên mezhebperest yên digel wan herêma Xûta ji 5 salan ve dorpêç kirine, û kesên hatine dorpêçkirin û bi taybetî zarok derdê kêmbûna heyberên xwarinê û yên bijîşkî dikişînin, ev yek jî metirsiyê bêtir li ser rewşa tenduristî li herêmê çêdike.
Jêderên bijîşkî li Xûta rojhilat destnîşan kirin ko 195 zarok di bin gefa mirinê de ne bi sedema belavbûna nexweşiyên pûçbûnê û kulbûna kezebê û jana zirav û nebûna derzîdankên pêdivî tako li zarokan bidin.
Netewên Yekgirtî çend caran daxwaz kir ko giring e bêtir ji 500 kesan ji Xûta rojhilat ji ber nexweşiyê bibin derveyî herêmê ji bo çareser bibin.
Daxwaza Netewên Yekgirtî ji hêla rêjîma Esed ve hate redkirin, û bû sedema mirina 16 zarokan ji ber ko heyberên bijîşkî û yên xwarinê tune ne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî