Ji roja ku rêveberiya bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat 3 cih li Kobanê nîşan kirin da ku bikin mozexane di her derfetekê de xelkên Kobanê nerazîbûna xwe nîşan didin
Encumana Xwecihiya Kobanê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, Rêxisinên Sivî li Kobanê, Encûmena Eşîret û Rûspiyên Kobanê di daxuyaniyeke hevbeş de nerazbûna xwe anîn ziman .
Xelîl Mistefa endemê Encumana Xwecihiya Kobanê ya bi ser ENKSve ji me re tekez kir ku piryana xelkên bajêr nerazîne ku mal û ʼerdê wan bibe mozexane.
Mistefa got ku ev biryar şaşe û dijî berjewendiya milete û pêwîste ku Rêveberiya Xweser ya PYD jê vegere, lê dibe ku çargoşeya ewlekariyê bibe mozexane ji ber ku ew cihekî giştiye
Jêder: Hevbendî