Karsiparteyê Netewên Yekgirtî Yê Bala Bo Karubarê Penaberan Entonyo Cotîrîs tekez kir ku divê ” Welatên cîhanê hemû bizaên xwe bo alîkariya cînarên Sûryayê di rûbirûbûna pêdiviyên melyonên penaberên ku ji ber şer reviyane bikar bînin “. Û got: ” Ew di derbarê siyaseta ku hindek welatên cînarê Sûrî bikar tînin dilreht e “. lê wî dilsojiya xwe bo welatên ku bi agirê “Bedtirîn kirîza penaberan ji dema şerê cîhanê yê diwem de” tên daxdan diyar kir.
Di kongirekî rojnamegerî de li Enqera li paytexta Tirkî zêde kir û got: ” Em derbarê van pêrabûnan dilreht in, lê guman dikim ku divê ev pêrabûn Civaka Navdewletî ber bi zêdekirina piştgiriyan bi şêweyekî mezin bo welatên mêvandar bikin, û di nav wan de Libnan jî, da ku karibe rûbirûbûna van barên giran bike “.
Cotîrîs bal kişand ser astengiyên dijwar li pêş penaberan li gelek welatên derveyî deverê ku bêçar dimînin ku xwe bispêrin qaçaxçiyên mirovan da ku bigihêjin Ewrupa û jê wir de. Ev daxuyanî di dema ku karsparteyê Netewên Yekgirtî bo karubarên penaberan ragihand ku ” Dora 350 Hezarî li ser asta cîhanê di sala bûrî de xwe xistine bin metirsiyê bo koçberiya nerewa di keşteyan de, nîvê wan ji welatên mîna Sûrî û Morîtaniya ne, ku hejmarên pir mezin ji penaberan li wir hene”.
Hêja ye gotinê ku bêtir ji 3 Melyon Sûrî di dema vemirandina rijêma Esed ji şoreşê re koçber bûne Tirkî, Libnan, Urdin, û Iraqê, û gelek ji wan di hejariyê de di bin sermayek dijwar de dijîn. Li Libnanê mezintirîn kombûn ji penaberan re li gor hejmara xelkên Libnanê heye, hewldaneke ji bo bicîanîna yasa û bendin nû li ser koçberiya di riya sînorên wê bi Sûrî re destpê kir, bo rawestana kerwanên penaberan!
Li himber vê yekê Tirkya ku bêtir ji 2 melyon kes li ser erda wê hene, nerazîbûna xwe derbarê xemsariya dewletên Ewropî ku tenê hejmarek hindik ji penaberan hewandine ji kesên ji tirora Esed a ku jiyana bêtir ji 250 Hezar kesî li Sûryayê ji dest wan bir diyar kir.
Jêder: Hevbendî – Ajans