Netewên Yekgirtî ragihand ku milletê Sûrî di cîhanê de piştî melletê Filestînî di serê lîsteya penaberiyê de ye, Sûrî yên ji ber bermîlên Esed û firokeyên wî reviyayne, li bêtir ji 100 dewletî belav bûne. Netewên Yekgirtî tekez kir ku hejmara penaberên Sûrî ta nîvê sala 2014an Sê melyon derbas kir, û bûne çarîk ji hejmara penaberên ku Karsiparteya navnetewî li ser asta cîhanê wan xwedî dike, hejmara wan giha 13 melyon penaber. Ajansa Netewên Yekgirtî bo hawarçûn û biîşkirina penaberên Filestînî li Rojhilata Nêzîk (Onirwa) guh dide karubarê dora pênc melyon penaberên Filestînî. Karsiparteya bala ya Netewên Yekgirtî bo karubarê penaberan di daxuyaniyekê de got: ” Eger Civaka Navdewletî nikaribe çareseriyan bo rewşa Sûrî û cîhanê bibîne, wê kirîza mirovahî ji wisa mezintir bibe”.
Jêder: Hevbendî – Yenî Şefeq