Qenaleke Îranî Filmekî belgekirî bi wêneyan ji hundirê Herêmên ko desthilatdariya Esed li ser wane ,fîlmekî yekem car bi vî rengî diweşîne , Film hejmarek Şervanên ji regezên cobicor derdixîne ko karê wan tenê parastina goristan û mezargehên olî ye.
Film Efserên Îranî derdixîne ko ew hemû movikên Artêşa Sûrî kontrol dikin, û destê wan di qirkirina bikomel de, ya ko Rêjîma Esed serkêşiya wê li dijî miletê Sûrî dike heye, her wiha tekez dike ko Rêjîm bûye çend Berên milîşiyan di bin kontrola Rêjîma Îranê de.
Berê jî Xalid Xoca gotibû ko “Şoreşa Sûriyê ji Şoreşa li dijî stemkariyê bûye Şoreşa rizgarkirinê ji Rêjîma Îranê, em li Sûriyê ne tenê berevaniya Sûriyê û miletê Sûrî dikin, belê miletê Sûrî berevaniyê di ber rûmeta neteweyê tevî de dike”.
Serokê Hevbendiyê got tevlî hemû astengiyan jî “Îro em li sê Aniyan şer dikin, li dijî Daiş û Rêjîmê û dagîrkerên Îranî ”, û Tekez kir ku giring e milet milbimil bimîne tako serkeftin misoger bibe.
Her wiha Hişam Merwa cîgirê Hevbendiya Niştimanî doz li “Encûmena Ewlekariyê kir ko biryarekê derxîne tê de Rêjîma Îranê mecbûr bike ko hêzên xwe ji Sûriyê bikêşîne” . Û Tekez kir ko “Tu caran çareseriya siyasî li Sûriyê biser nakeve heta ko dagîrkerên Îranî tê de bin û heta ko Çeteyên regezperest hebin”.
Jêder: Hevbendî