Xelkê Helebê daxwaza avêtina alîkariyên mirovî bi riya esmanan ji civaka navdewletî kirin, bi armanca şikandina dorpêçkirina li ser bajarê Helebê yê ji nêzîkî sê heyvan ve ji aliyê rijêma Esed û Rûsiya û milîsên mezhebperist de pêk hatiye.
Di vîdiyoyekê de hin ji nişteciyên Helebê ji hindur bajarê bajêr, ala şoreşê bilind kiribûn, nameyek ji cîhanê re şandin, ji bo karvedanê ligel xelkê Helebê bikin, hevdem tekez dikirin ku hêjî dem derbas nebûye ji bo alîkarîkirina xelkê Helebê, û tekez kiribûn ku “hîç arîşeyek nîne dema avêtina alîkariyan ji esmanan, ji ber ku firokên Hevpeymaniya Navdewletî yên bi serkêşiya Amerîka dikarin nêzî esmanê bajarê Helebê bifirin “.
Nameyê bal kişandibû ku bajarê Helebê bi zêdetir ji 2300 coreyên êrîşên esmanî û bermîlên teqîner û topên topxaneyan û bombeyên weşî û yên şewitandina asêgihan û yên tijî gaza kilorê hatiye bombebarankirin, ku bikaranîna gaza kilorê ji aliyê encûmena bajêr ve di 23 rojên bûrî de hatibû dîkomentkirin, û bal kişandibûn ku 8 nexweşxane û navendên saxlemiyê di van êrîşan de hatine armanckirin û ji wan 4 nexweşxane di heftiya bûrî de, tevî 6 xwendingeh û du nanpêjgehan û navendeka bergiriya bajêrvaniyê.
Xelkê Helebê di peyama xwe de tekez kiribûn ku firokên Rûsiya û rijêmê bi awayekî bi mebest bi bombebarankirina jêrxana bingehîn ya bajêr radibin, bi armanca têkşikandina îradeya milet, û bal kişandin ku niha hîç xizmetgozariyên pizîşkî nagihêjin wan bi sedema bombebarankirinê, û pirsyar kirin ku cîhanê çi kiriye piştî şeş salan ji kuştinê?.
Û daxwaza vekirina kirîdorên mirovî yên bêçek û bitenê di bin çavdêriya NY de ji civaka navdewletî kirin, bê ku hîç girûpek yan dewletek hebe, û dîsa bal kişandin ku pêwîst e ev kirîdor bihêlin bi azadî xwarin û sûtemenî û derman û kerasteyên sereke yên pêwîst derbas bibin.
Herwiha xelkê dorpêçkirî di peyama xwe de tekez kiribûn ku dixwazin karên rasteqîn li dijî tawanên şer yên li Sûriyê bibînin, û gotibûn ku rewş ji rewşa îro xirabtir nabe, û daxwaza xistina fişarên diblomasî yên zêdetir li ser Rijêmê û hevalvendên wê kiribûn ji bo neçarkirina wan li ser rawestandina bombebarankirina bajêr.
Di dawiya nameya xwe de gotibûn: ” heger cîhan nikare kirîdorên wiha veke û yanjî nikaribe Rijêmê neçar bike li ser derbaskirina alîkariyan bo taxên rojhilat yên Helebê, wê gavê em civaka navdewletî dibînin berpirsyar di ber derencamên paşerojê yên ji ber dorpêçkirina Helebê û em bi hêviya wê yekê ne, deng bête guhdarîkirin û Heleb bête rizgarkirin”.
Jêder: nivîsîngiha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê