Nivîsgeha jin û mendalan ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ve îro Pêncşemê 8Adarê roja cîhanî ya Jinê li hin bajarên parêzgeha Hesekê vejand.
Li bajarê Qamişlo xwecihiyên ENKS li bajêr mangirtinek li darxistin tê de silogan derbarê rewşa Jinê bilind kirin û azadî jêre xwestin.
Gotina nivîsgeha jin û mendalan ji hêla endama nivîsgehê Nisrîn Mehmûd ve hate pêşkêşkirin têde roja Jinê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û bi firehî li ser dîroka Jinan axivî û êş û azarên ku dîtine anî ziman û bi taybet jina Sûrî ku ev 7 salin dijwariyê dibîne û bûye pakrewan û dîl û girtî û diya pakrewanan.
her weha li bajarê Amûdê roja jinê ji hêla Nivîsgehên jin û mendalan yên bi ser xwecihiyên Dirbêsiyê û Amûdê ve hate vejandin, gotina heman nivîsgehê ji layê Zekiya Resûl hate xwendin.
Rûsil ji layê xwe ve cejna Jinên cîhanê û bi taybet ya kurd pîroz kir û li ser xebata Jina kurd axivî û pesnê wê da ku jina kurd gavên mezin ber bi azadiyê û pêşketinê ve avêtiye.
Di heman çalakiyê de stran û şano ji hêla komên filklorî hatin pêşkêşkirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî