Girûpeke nenas di berbanga sibeha îro Pênçşeme 9 hezêranê de, bi dizî derbasî nivîsgeha Amûdê ya Partiya Dîmoqratî Kurdistan- Sûriya PDK-S bûn, û derî û pencerên nivîsgehê şiknandin û pişkinîn kirin û laptopê nivîsgehê dizîn.
Mihemed Seîd Wadî endamê komîta navendî ya PDK-S, ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku kiryarên wiha tenê dikevin xizmeta rêjîma Sûrî de.
Her wiha Wadî got ku ” ji ber pirojeya me ya netewî em rastî êrîşên wiha tên, lê ev êrîş qet me ji doza me venagerîne” .
Tê zanîn ku nivîsgehên partiyên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS di dema dawî de gelek caran rastî dizî û şewatê tên.
Jêder: Hevbendî