Birêz Siyamend Haco endamê komîta peywendiyên derve ya Encûmena niştimanî kurdî, îro sêşembê 21.03.2017 digel berpirsa dosya Sûrî birêz Danyêla Şilîgil ya nivîsgeha şêwirdara Elmanî Encêla Mêrkil li Berlînê civiya, bi vexwendineke fermî ji nivîsgeha şêwirdara Elmanî, piştî ko nama Encûmena niştimanî kurdî ji desthilat û rêkxistinên navdewletî re şand derbarê kirdeyên tiroristî yên ko partiya yekîtiya dîmuqrat PYD û milîtanên wê di rojên dawî de derheqê Encûmena niştimanî kurdî kirine, wek girtina nivîsgehên wê û yên rêkxistinên xortan û jinan û talankirin û sotandina hinekan ji wan, û revandina bidehan ji kadirên Encûmena Niştimanî Kurdî.
Nivîsgeha şêwirdara Elmanî piştgiriya xwe ji Encûmena niştimanî kurdî re diyar kir li dijî siyaseta tirorist ya ko ji aliyê Partiya Yekîtiya Dîmuqratî PYD û milîtanên wê tê kirin, û ev siyaset pirotesto kir, piştî ko li birêz Siyamend Haco guhdarî kir li ser rewşa pêşveçûnên dawî li herêmên kurdî derbarê siyasetên metirsîdar yên ko PYD bikar tîne.
Hevdîtin demjimêr û nîvekê berdewam kir û çendîn babetên giring yên din û ji wan jî rewşa Sûrî bi giştî û bûyerên dawî yên Sûriyê û danûstandinên Cinêvê û encamên ji van danûstandinan çêbibin gengeşe kirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiyê