Nivîsgeha tenduristî ya Encûmena sivîl ya bajarê Babê ya bi ser gundewarê parêzgeha Helebê ve got ko wan yekem nexweşxana meydanî li bajêr “bi xebata xwemalî bêyî çi piştgirîkirina derve” vekirin.
Endamê nivîsgeha tendiristî bijîşk Ehmed got ku vekirina nexweşxanê çareseriyeke demkî ye çimkî nexweşxaneyên din ji encama bombebaran û şerê li bajarê Babê wêran bûne.
Ehmed got ku nivîsgeha tenduristî ji bil du alavên benckirinê û alavekî wênekêşiya “X” li nexweşxaneyên bajêr nedîtine, û bi sedema lêdana fîşekan ji kar ketine. Û bal kêşand ser ko nivîsgehê depoyek çêkiriye ji bo heyberên bijîşkî yên ko rêkxistina Daiş dema ji bajar vekêşiya ew nesotandine tê de bicih bikin.
Bijîşk got ko nexweşxane di kontrola vekolînên “Encûmena şêwirdariya bijîşkî” de ye ji bo karînên berdewankirinê piştî ko nexweşxaneyên din amade bikin, destnîşan kir ko nuha ji bo amadekirina nexweşxaneya “Elhikme” û navendeke bijîşkî ji bo rewşên hawarhatinê û dermankirinê kar dibe.
Bijîşk û berdestên wan li nexweşxanê xwebexş kar dikin, bêyî çi piştgiriya rêkxistinan, nexweşxane çareseriyên destpêkî pêşkêş dike, li gora ko berpirsiyarên nivîsgeha tendiristiya bajêr gotine.
Hêzên Artêşa Sûrî ya azad di 23ê sibata 2017 bi operasiyona “mertala ferat” bi piştgiriya atêşa Tirkiyê kontrol kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart