Duhî roja çarşemê 25/1/2017 an li Hewlêrê, nivîsîngeha pêwendiyên derve ya ENKSê ligel nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê civiya, ji bo li ser serdana xwe ya Tirkiyê ya vê dawiyê raweste.
Kamîran Haco serokê nivîsîngeha pêwendiyan, behsa hevdîtinên şanda ENKSê ên ligel Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê û wezerata derve ya Tirkiyê, û rawêjkara siyasî ya balyozê Amerîka li Sûriyê, û hevdîtina ligel Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyê û hevdîtinên din kir.
Haco got ku şanda Nivîsîngehê di hevdîtina xwe ya ligel Hevbendiya Niştimanî, tekezî li ser giringiya dubare pêkanîna laşê Hevbendiyê û berfirehkirina wê kir, û herwiha rawestana li ser xalên lawaz ên têde ji bo çareserkirina wan, û têde tekezî li ser belgenameya amzekirî di navbera Hevbendiyê û ENKSê de hat kirin.
Ji aliyê xwe ve, serokê Hevbendiyê Enes Ele’bide, tekez kir ku di dema ku Tirkiya navçeyeke aram li Sûriyê durust bike, wê roleka Hevbendiyê ya berçav lê hebe.
Û derbarê hevdîtina ligel wezareta derve ya Tirkiyê, Haco got ku gengeşe li ser kongirê Astana û dewletên çavdêrê wê hate kirin, û bal kişand ku nivîsîngeha pêwendiyên derve rexne li wezareta derve ya Tirkiyê kir derbarê daxuyaniyên nerênî yên tên ragihandin ji aliyê berpirsên Tirkiya di derheq doza kurdî de, û got ku Nivîsîngeha Pêwendiyan daxwaz ji wezareta derve ya Tirkiyê kir ku bi rolek navdewletî rabe, ji bo piştgiriya pêşmergên kurdên Sûriyê, da derbasî navçeyên xwe bibin bi erêkirinên navdewletî û herêmî, û piştgiriya ENKSê bibe bo amadebûna di sercem civînên navdewletî de yên girêdayî rewşa Sûriyê.
Û got ku wezareta derve ya Tirkiyê tekez kir ku armanc ji kongirê Astana ew e, rawestandina rijandina xwîna xelkê Sûriyê û dîtina çareseriyek siyasî, û amadebûna ENKSê hat wek bicihkirina nûnertiya gelê kurd di hemû kombûnên navdewletî de yên derbarê gengeşekirina rewşa Sûriyê û dîtina çareseriyan.
Serokê Nivîsîngeha Tikiliyên Derve Û Yên Niştimanî ya Encûmenê, diyar kir ku hevdîtinên li Tirkiyê erênî bûn û tekezî li ser giringiya berdewamiya têkiliyan bi hemû aliyên navdewletî re kir, ji bo şirovekirina doza kurdî û armancên wê. û ji bo bête piştevanîkirin di kombûnên navdewletî de.
Hêjayî gotinê ye ku şanda nivîsîngeha pêwendiyên ENKSê ji berêz serokê wê kamîran Haco û endamên wê Fêsel Yosif û Silêman Oso pêk hatibû.
Jêder: Beşê Kurdî Yê Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê