Duhî roja sêşemê 4/10/2016 an êvarî, nûnerayetiya ENKSê bi amadebûna hejmareke mezin ji penaberên kurdên Sûriyê û şandeyên partiyên ENKSê û rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedar û kesayetiyên serbixwe û helebestvan û nivîskaran, çilê pênc şehîdên kurd ji xelkê bajarê Kobanê li dar xist, ew şehîdên li Reqayê hêsîr bûn, û jiyana wan ji aliyê rêxistina terorîst DAÎŞ ve hat bidawîkirin.
Di çilê wan şehîdan de, gelek gotar hatin vegotin ji wan:
– Gotara nûnerayetiya ENKSê li Herêma Kurdistanê.
– Gotara malbatên şehîdan ji aliyê birayê şehîd ve Mehmûd Îsa hat xwendin.
– Gotara serokê Kombenda Siriyanên Cîhanê Ya Azadîxwaz – Corig Xirzanî xwend.
– Gotara Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ji aliyê Mihemed Ebdê ve hat xwendin.
Hêjayê gotinê ye ku rêxistina DAÎŞ ya terorîst, pênc ciwanên kurd yên xelkê Kobanê, li roja 26/8/2016 an, li ser destê pênc zarokên bi cil û pergalên leşkerî yên DAÎŞê dane kuştin.
Jêder: Hevbendî