Nûnerîtiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî Kurdî, roja çarşembê 28.12.2016, beşdarî di metinga pirotestokirinê de li pêşberî bargehê Netewên Yekbûyî li bajarê Bonê kir, ya ko li ser daxwaza Partiya Dîmuqratî Kurdistanî Îran bû, ji bo pirotestokirina teqîna Nivîsgeha Partiyê li bajarê Koya li Herêma Kurdistana Îraqê, ya di encamê de pênc pêşmerge û du endamên asayişa Kurdistana Îraqê şehîd ketin.
Serokê Nûnerîtiyê birêz Rêzan Şîxmûs gotinek di vê derbarê de da, û tê de tawana tiroristî ya ko rêjîma Îranî pêkanî pirotesto kir, û piştgiriya xwe ji gelê Kurd re li Kurdistana Îranê diyar kir, û behsa tawanên tiroristî yên ko vê rêjîmê di derheqê miletê Kurd de li Îranê û miletê Kurd bi giştî de pêk anîne kir, û her weha behsa terorkirina wê ji serpereştên Partiya Dîmuqratî Kurdistanî Îran re li Ewropa wek Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Şeref Kendî û hevalên wan, û dardakirina rêjîma Îranê ji sedên xortên Kurd re li Îranê kir.
Her weha got ku rêjîma Îranî têwirdanê di karûbarê herêma Kurdistanê de dike, û bizavê dike ji bo têkbirina pirojeyê netewî yê ko serok Mesûd Barzanî serpereştiya wî dike.
Her weha di gotina xwe de tekez kir ku gerek têwirdaneke navdewletî çêbibe ji bo vê rêjîmîê gem bike û operasiyonên wê yên tirorist li herêmê rawestîne, û giring e alîkaiya miletê Kurd bibe û piştgiriyek baş ji Pêşmerge re bête pêşkêşkirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê