(Istanbol-Hevbendî) Nûnerîtiya li Turkiyê ya Encumana Niştimanî Ya Kurdî li nîvîsgeha Peywendiyên Derve ya ENKS li bajarê Istanbolê Bîranîna Salvegera Çaremîn Ya Koçkirina serkirdeyê kurd Ismail Omer serokê Partiya Yekîtiya Demoqrat Ya Kurd Li Sûriyê lidar xist.
Nûnerên Encumana Niştimanî Ya Kurd di Hevbendiyê de û partiyên Kurd û Ereb û tevgerên xortan û hejmarek ji kesayetiyên niştimanperwer di vê bîranînê de beşdar bûn.
Hejmarek gotar hatin xwendin û gelek rêxistin û kesayetiyan bi birûskan beşdarî di vê bîranînê de kirin, tevan pesnê rewişt û exlaqên nemir yên bilin didan, û giringiya rola wî di tevgera kurdî de bi taybetî û li ser asta Sûriyê bi giştî tanîn ziman, diyar dikirin ku şûna wî vala ma ji ber ew giyanê lihevkirinê bû di tevgera Kurdî û Sûrî de.
Nûnerê ENKS di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de birêz Hewas Egîd di bîranînê de gotarek xwend, di gotara xwe de sipasiya amadekarên bîranînê kir, û ew kar wek dilsozî û wefadariyê bi xebatkarên tevgera kurdî li sûriya re dît, û tekez kir ku bilindahiya gelan bi rêzgirtina wan ji mezin û xebatkarên wan re tê pîvan, Egîd weha berdewam kir: nemir ismaîl omer ji bijarteyên xebatkarên gelê kurd li Sûriyê bû, û cihê rêzgirtina niştimanperwerên Sûrî bû ji ber ku dilê wî fireh bû û têra herkesî dikir.
Egîd weha jî got: tiştê balkêş di kesatiya nemir Ismaîl Omer de ku ew her û her cihê yekîtiya kurdan û gelê Sûrî bi giştî bû, ji ber ku rihê lêbûrînê her dem di kesayetiya wî de geş bû …û her dem bi dilsozî û wefadarî kar dikir.