Şandekê ji nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurd ya herêma kurdistanê bi serokatiya serokê Encuman Ibrahîm Biro, beşdarî di merasîmên bixakspartina Mam Celal Telabanî serokê berê yê Îraqê û sikerterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan li firokxaneya Silêmaniyê li herêma kurdistanê li roja înê 06.10.2017 z kir, li kêleka beşdariya bi dehan şandên fermî yên Îraqî û herêmî û navdewletî û kurdistanî û balyoz û serkonsilosên li Bexda û Hewlêrê û bi beşdariya cemawerekî pir mezin ji hezkerên wî.
Serokê ENKSê Ibrahîm Biro piştî bidawîhatina merasîmên fermî, behî û sersaxî da Fûad Mehsûm serokomarê Îraqê û Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikûmeta kurdistanê û pîlobîroya siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, û tekezî li ser bandora Mam Celal ya mezin û kartêker li ser tevgera kurdî li herêma kurdistanê û birayetiya kurd û Ereban û pêkvejiyana li Îraqê bi giştî û herêma kurdistanê bi taybetî kir, û Biro hêvî xwest ku koça dawî ya Mam Celal bibe havênê zêdebûna yekrêziyê, wek wefadariyekê ji ked û xebata wî ya bêwestan re bi dirêjahiya salên borî.
Hêjayê gotinê ye ku Mam Celal Talabanî di jiyê 84 saliya xwe de, roja 02.10.2017 li nexweşxaneyên Almaniya, piştî pênc salan ji nexweşiyê çû ber dilovaniya xwedê, û li bajarê Silêmaniyê û di merasîmekê bêhampa de û bi beşdariya bi sedhezaran xelkê Silêmaniyê û hejêkerên wî ji tevaya herêma kurdistanê û bi xemlandina şeqamên Silêmaniyê bi alayên reş û wêneyên wî li ser riya firokxaneyê û bi firandina kevokên sipî ji aliyê keç û jinan wek sembola aştiyê hat pêşwazîkirin, heta bi cihê bixakspartina wî li “Debaşan”.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê