Nûnertiya ENKSê şaxê NRW, duhî li roja 2’ê tîrmehê li bajarê Dortmund li Almaniya, xwepêşandaneke mezin lidar xist ji bo bîranîna şehîdên komelkujiyên Kobanê û Efrînê û Amûdê yên di derheq miletê kurd de hatin encamdan, û herwiha ji bo piştgiriya serkirde û endamên ENKSê û partiyên wê û çalakvan û siyasetmedar û mediyakarên revandî di girtîgehên (PYD)ê de, û herwiha ji bo riswakirina siyasetên PYDê yên di derheqa miletê kurd û xebatkarên ENKSê de, û gotarek ji aliyê berêz Îbrahîm Biro serokê ENKSê û gotareke din ji aliyê berêz Rêzan Şêxmûs serokê nûnertiya Oropa hatin pêşkêşkirin. û berêz serokê encûmenê di gotara xwe de bal kişand li ser kar û kiryarên terorîstî yên PYDê di derheq gelê kurd û serkirde û xebatkarên tevgera kurdî de, û nemaze komkujiyên li kobanê û Efrînê û Amûdê û Qamişlo yên bi destê çekdarên wê hatin pêkanîn.
Hêjayê gotinê ye ku xwepêşandan bi amadebûna serkirdeyatiya nûnertiya ENKSê û serkirdeyên çend partiyên kurdistanê û bi beşdariya bi sedan ji revenda kurdî hat lidarxistin, û têde gelek wêne û poster derbarê heman helkeftê ji bo vejandina bîranîna şehîdan û piştgiriya ligel girtiyan û vegera pêşmergên Roj bo welat, û herwiha dirûşmên şermezarkirina siyaseta terorîstî ya PYDê hatin bilindkirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê