Nûnertiya ENKSê ya li Herêma Kurdistanê duhî roja çarşemê 10-05-2017 kongirekî rojnamevanî bi amadebûna serokê ENKSê berêz Îbrahîm Biro û hemû endamên nûnertiya wê li Hewlêrê û amadebûna çendîn kenalên ragihandinê lidar xist, û têde serokê ENKSê diyar kir ku PYDê bi kiryarên girtin û şewitandina nivîsîngehên ENKSê û partiyên wê û girtina serkirde û çalakvanan û revandin û leşerkirina ciwanên kurd ji bo şerên derveyî navçeya kurdî, berê me dide şerekî birakujiyê ji bo bidawîkirina jiyana siyasî û valekirina navçeya kurdî û koçberkirina miletê kurd yê maye, û guhertina dîmografiya navçeya kurdî ku ew dibe xizmet bo pêkanîna pirojeyên Rijêmê yên bi salan li ser wan kar dikir û li dawiyê ew piroje şikestin.
Herwiha Biro bal kişand ku armanca din ya PYDê ji van kiryara ew e ku alîgerên xwe mijûl bike û çavên wan bigire ji têkşikestina xwe ya mezin di rêvebirina navçeyê û parastina wê de, û hewl dide îdlojiya takepartî li ser gelê kurd bisepîne ji bo çêkirina nifşekî nexwende û bitenê hilgirê çekan be.
Biro balkişand ku PYDê piştgiriya Amerîka ya ji bo dijberiya “DAIŞ” ji bo armancên xwe li dijî ENKSê û alîgirên wê bikar tîne, ji bo valekirina navçeya kurdî, lewra pêwîst e em dengê xwe bi cîhanê tevî û rêxistinên herêmî û navdewletî û partiyên siyasî bigehînin, ji bo bêdeng nemînin li hember kiryarên PYDê yên valekirina navçeyên kurdî.
Herwiha derbarê daxistina dergehên nivîsîngehên encûmenê û partiyên wê, berêz Biro tekez kir ku ewê di karê xwe yê siyasî yê aştiyane de berdewam bimînin, wek heman salên bûrî yên li dijî rjêma partiya Be’is ya diktator ji bo bidestxistina mafên netewî yên gelê kurd, û got ku ewê berdewam bin di tekoşîna xwe de tevî hemî astengiyan, heta bidestxistina mafên gelê xwe di Sûriya nû ya paşerojê de.
Hêjayê gotinê ye ku PYDê ji heyameke dirêj de bi kiryarên êrîşkirin û girtin û şewtandina nivîsîngehên ENKSê radibe, û roja sêşemê êrîş bir ser nivîsîngeha encûmenê li Qamişlo û têde 13 serkirdeyên encûmenê girtin û binçav kirin.
Jêder: Beşê Kurdî Yê Ofîsa Ragihandina Hevbendiyê