• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 2 August , 2022
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Nûnertiya ENKSê Li Ewropa Ligel Wezareta Derve Ya Almaniya Kom Dibe

January 13, 2017
in Nûçeyên Xwecihî
Nûnertiya ENKSê Li Ewropa Ligel Wezareta Derve Ya Almaniya Kom Dibe

Şanda nûnertiya Ewropa ya ENKSê, roja pêncşemê 12/1/2017an li Berlînê, hevdîtinek bi wezareta derve ya Almaniya re pêkanî, ew hevdîtin ligel rêvebirê tîma taybetmend bi fayîlê Sûriyê Adriyan Pol bû, û bi amadebûna Nîna Horî rawêjkara fayîlê Sûriyê di wezaretê de.

Herwiha şanda nûnertiya Ewropa ji berêzan Rêzan Şêxmûs serokê nûnertiya ENKSê li Ewropa û Kejal Derwêş endamê nivîsîngeha têkiliyên derve ya nûnertiyê û Neşat Zaza endamê ofêsa siyasî ya PDK-S ê.

Di hevdîtinê de, babetên girêdayî bi rewşa kurdî û Sûriyê bi giştî û pabendnebûna rijêma Sûriyê bi agirbestê, û herwiha berdewamiya rijêmê di bombebarankirina Wadî Bereda û Idlib û gundewarê Helebê, û ev yek wê bandorek nerênî li hevdîtina çaverêkirî li Asîtana bike hatin gengeşekirin.

Herwiha di hevdîtinê de vexwendina Rûsiya ji partiyên kurdî re bo civîna li Himêmîm li ser daxwaza jeneralê Rûsî û amadenebûna ENKSê ji ber niyazên Rûsiya yên ne zelal hat gengeşe kirin.

 Û wezaretê pirsyar kir der barê reşnivîsa pirojeyê destûra ji aliyê ENKSê tê amadekirin û mîkanizma ku ENKSê dixwaze pê kar bike ji bo biryarê li ser bide di kongirê xwe yê çaremîn de.

Ji aliyê xwe, wezaretê pîrozbahî li berêz Neşat Zaza kir li ser serbestberdana wî ji girtîgehên PYDê, û tekez kirin ku wezaretê rewşa wî berdewam dişopand, ji ber ku ew hemwelatiyê Almaniya ye, û ji aliyê xwe ve, Neşat Zaza ji berpirsên wezaretê re li ser rewşa revandina xwe li ser destê çeteyên PYDê û mana xwe zêdetir ji sê heyvan di girtîgeheka xirab de ku bi sedan girtiyên siyasî yên din ji serkirde û endam û alîgerên ENKSê ya rikbera siyasetên PYDê têde bûn axivî, herwiha bi awayekî berfireh li ser diyaredeya revandina serkirde û çalakvanên ENKSê ji aliyê çekdarên PYDê, û ku hêjî gelek ji wan ev bû zêdetir ji pênc heyvan di girtîgehên PYDê de ne axivî.

Li dawiya hevdîtinê, herdu alî yeknerîn bûn li ser berdewamiya hevdîtinan di navbera ENKSê û Wezareta derve ya Almaniya de, ji bo alîkariya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di pêkanîna guhertina demokratîk û çareseriyek rewa ji doza kurdî re li Sûriyê.

Jêder: Nûnertiya ENKSê li Ewroa

ShareTweetSend

Posts Related

Raporeke Meydanî: Şehîdketina 50 Kesî li Deverên Rizgarkirî di Nîvê yekem ji Sala 2022an de 
Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Meydanî: Şehîdketina 50 Kesî li Deverên Rizgarkirî di Nîvê yekem ji Sala 2022an de 

August 1, 2022
Ehmed Elbeşîr
Desteya Giştî

Ehmed Elbeşîr

July 30, 2022
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.1k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 7 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Xwecihî

Belgekirina Kuştina 568 Kesan li Sûriyê di Nîvê Yekem ji Sala 2022 de Bêhtirê Wan li Ser Destê Rijêma Esed û Piştgirên wê ne

Raporeke meydanî: Belgekirina Kuştina 55 Kesan di Heyva Bûrî de li Parêzgeha Deraa, 5 ji Wan Zarok in

Raporeke Meydanî li Ser Rewşa Sûriyê Piştî 11 Salan ji Vêketina Şoreşa Sûriyê

Dezgehên Ewlekariyê û Hêzên Rijêmê di Operasyonên Kuştinê de li Deraa Berdewam in û Kuştina 39 Kesan di Heyva Bûrî de Hate Belgekirin

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.