Encûmena Niştimanî ya kurdî û li ser vexwendina PDKI, roja yekşemê 25/12/2016 an, bi şandekî bi serokatiya Îbrahîm Biro serokê Encuman, beşdarî di civîna partiyên Kurdistana Îranê de ya li baregeha wê ya Koya li dar ket kir, ji bo şermezarkirina teqîna terorîstî ya li dijî baregeha PDKI, û herwiha gunehbarkirina rijêma Îranê bi berirsyaretiya di ber vê kiryara terorîstî de, ya ku têde pênc kadiroyên PDKI û du endamên asayîşa herêma kurdistanê şehîd ketin.
Di civînê de serokên şandeyan gotar pêşkêş kirin, û piraniya gotaran herdû teqînên li dijî navenda PDKI ya bira şermezar kirin, û têde rijêma Îranê wek berpirsyar di ber vê kiryarê de hat dîtin, û daxwaza riswakirina wê li ser asta navdewletî hat kirin.
Piştî xwendina gotaran, reşnivîsa daxuyaniya dawiyê ya civîna piştgiriyê hat xwendin û gengeşekirin, û hin xalên din ji bo zengînkirinê lê hatin zêdekirin.
Di dawiya civînê de kongirekî rojnamevanî hat lidarxistin û têde Xalid Azîzî sikirtêrê giştî yê PDKI got ku “şehîdbûna hejmarek ji kadiroyên PDKI bi destê rijêma Îranê, wê nebe asteng li pêşiya berdewamiya xebata wê”, û Azîzî amadebûna partiyên kurdistanî di vê civînê de, wek palpiştî û beşdarî di tekoşîna gelê kurd de li kurdistana rojhelat dît.
Azîzî got: ” heger kiryarên rijêma Îranê û terorkirina kadiroyên me û dijminatiya partî û aliyên siyasî li kurdistana Îranê, bibûna sedem ji rawestandina tekoşîna me re, wê ji mêj de xebata me hatibe rawestandin”, û bal kişand ku ” Îran û her aliyekî din yê arîşeya wî ligel gelê kurd hebe pêwîst e bizanibin ku doza gelê kurd bi teror û tundutîjiyê çareser nabe”.
Hêjayî gotinê ye ku baregeha PDKI li Koya rastî du teqînên terorîstî di roja sêşemê di 21 çileya pêşiyê de hat, û têde pênc pêşmerge û du endamên asayîşa herêma kurdistanê şehîd ketin.
Jêder: Beşê Kurdî Yê Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê