Du kesên rûgirtî êvarar Yekşemê 24vê heyva Nîsanê hewil dan ku ofîsa xwecihiya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li bajarokê Girkêlegê bişewitînin.
Li gor tekezkirina Şahidhalinan ji bajarokê Girkêlegê ji peyamnêrê malpera mere, du kesên rûgirtî bumbeke molotof avêtin hindirê xwecihiyê û benzîn bi ser Qarma xwecihiyê de avêtin û agir berdanê.
Peyamnêrê me diyar kir ku ziyanên xwecihiyê ne mezin bûn ji ber ku di zûtirîn dem de agir hate vemirandin.
Derbarê vê buyerê xwecihiya ENKS li Girkêlegê di daxuyaniyekê bi tundî ev kar şermezar kir, û hûrgiliyên wê şirove kirin û ti alî bi vê Şewatê tewanbar nekir, û bûyer bi girtina ofîsên ENKS û hilmeta xiyanetê di derheqê serkideyên Encumanê ve girêda.
Tê zanîn ku ev cara duyem e ku ofîsa xwecihiya Girkêlegê ya ENKS rastî hewildanên şewatê tê.
Jêder: Hevbendî