Çalakvanin meydanî li gundewarê Idlibê tekez kirin ko operasiyonên tund yên hêzên rêjîma Esed û Rûsya li ser gund û bajarokê parêzgehê; hişt wêraniyeke mezin li xaniyên niştecihan çêbibe, û ew neçar kirin ko derbider bibin, û rewşa piraniya herêman bobelatî ye.
Encûmena xwecihî ya gundê Meret Hirme başûrî bajarê Idlibê, duhî pêncşembê, got ko bombebarana Rûsya û hêzên rêjîmê bû sedema wêranbûna 80% ji malên gund.
Di daxuyaniyekê de ji acansa Simart re, serokê encûmena xwecihî ya gund, Ziya Hac Ehmed, anî ziman ko ew rêjeya wêraniyê; malên sivîlan û dikan û dibistan û avahiyên gelemperî yên li ser rêka giştî li xwe digire.
Hac Ehmed got ku nexweşxaneya bi tenê ya gund ket ber bombebarana asmanî ji hêla firokên rêjîmê yên cengê, û di encamê de ji kar derket, û bal kêşand ser ko nêzî 22000 sivîl ji niştecihên gund derbider bûne, ji tevaya hejmarê ya 30000 kes e, û 5000 ji wan ji berê de li gund penaber bûn.
Her weha encûmena xwecihî ya gundê Hizarîn ragehand ko 25% ji milkên sivîlan bi sedema oprerasiyona bombebarana hêzên rêjîmê û Rûsya wêran bûye, û bal kêşand ser ku bombebaran bû sedema wêranbûna rêjeya 15 – 25% ji malên sivîlan, û 13 xanî bi tekûzî wêran bûne.
Serokê encûmena xwecihî ya gund Nadir Elbesam diyar kir ko 25 dikan rêjeya wêranbûna wan gihaye 90%, û rêjeya wêranbûna xala bijîşkî ya bi tenê û mizgeftê 10% ye, û ya her sê dibistanan 20% ye, hem jî derizîna dîwarê avahiya Encûmena xwecihî.
Elbesam got bombebarana rêjîmê û Rûsya ya ji bêtir ji mehekê de, bû sedema derbiderbûna 80% ji niştecihan, ku xelkên wê 10000 kes in, 3000 ji wan ji berê de li gund penaber bûn.
Û encûmena Meret Hirme û ya Hezarîn ji berî sê rojan ve herdu gund wek deverên bobelatê ragehandibûn, bi sedema bomebarana tund ya Rûsya û rêjîmê li ser başûrê Idlibê.
Hêzên rêjîmê bi piştgiriya asmanî ya Rûsî bi operasiyona leşkerî li ser herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê berdewam e, di encamê de bi sedan sivîl hatine kuştin û birîndar bûne, û bi dehhezaran sivîl derbider bûne, û wêraniyeke mezin di jêrxan û bargehên giştî de çêbûye, tev ko herêm di peymana Idlibê de ye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî