Rêkxistina Daiş rûberek berfireh li derdora Qelemonê kontrol kiriye, piştî ko rêjîmê û Rûsya operasiyonên koçkirina kotekî derheqê niştecihên herêmê bikar anîne.
Dezgehên ragehandinê yên xwecihî gotin ko rêkxistina Daiş çiyayê Bîr Elefa’î û Zibde li herêma Elmehsa li Qelemona rojhelat piştî çend rojan ji derketina şoreşgeran kontrol kirine.
Piştî operasiyonên koçkirina kotekî yên berfireh yên ko rêjîmê li Xûta rojhelat pêk anîn, hefteya borî dest bi operasiyonin nû li herêma Qelemonê kiriye, û çalakvanan gotin ku ew koçberbûn çêbû, piştî rêjîmê û Rûsya bi heman şêweyî gefên bombebarankirina tevaya herêmên zindîdar bi hemû cûreyên çekan xwarin.
Di dema borî de dîsa Daiş li herêmê derket, di heman dema pirbûna daxuyanî û gefên civaka navdewletî dijî rêjîma Esed, bi sedema pêkanîna wî ji tawankariyên cengê re li Sûriyê, û ya dawî bikaranîna çekên kîmawî li Dûma bû.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ev kirde bo nixumandina tawankariyên rêjîma Esed û dagerandina çavan ji ser wan in.
Çalakvanan ji herêma Qelemûn gotin ku derketina rêkxistina Daiş li herêmê ji nişka ve bû, û destnîşan kirin ko piştî şerin ne ji dil, Daiş bi pêş ve hat, û ev gelek gumanan çêdike ku herdu alî hevrêzkariyê pev re dikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî