Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê karê belavkirina programê “Ji bo ez hîn bibim” yê taybet bi sala xwendinê 2014-2015 bidawî kir , yê ko heyberên gerek ji bo hînkirinê li Herêmên derveyî destê Rêjîmê dabîn kirin, û ji wan Cilên Zivistanê, Qirtasî, Çente, Pêdiviyên germkirinê, herweha kampaniyeke taybet ji bo piştgiriya mamostayan û hin tiştên din bi alîkariya Wezareta Perwerdeyê di Desthilata Sûriyê ya demkî de û Birêveberiya Perwerdeyê ya bi ser wê ve.
Programê “Ji bo ez hîn bibim” mezintirîn operasiyonên piştgiriya karta perwerdeyê ye, ji nav yên li Herêmên Sûriyê çê bûn, nirxê heyberan gihişte 17.230.489 hivdeh milyon û dused û sîh hezar û çarsed û heştê û neh dolarên Emerîkî, ew piştgirî ji Qeralê Erebistana Si’ûdî bû.
Birêveberiyên Perwerdeyê li Parêzgehan heyber li Dibistanan li Xwendekaran belav kirin, Dibistanên ko ji programê”Ji bo ez hîn bibim” sûde wergirtin 762 Dibistanan bûn, ew li çar Prêzgehan dabeşbibûn, Heleb 299 Dibistan û Hemah 191 Dibistan, Idlib 229 Dibistan û Laziqiyê 43 Dibistan.