Hikûmeta Sûrî ya Demkî Odeya ” Rêveberiya Kirîza Zivistanê ” çêkir, ku nûnerên Wezaretên Rêvebiriya xwecihî, tendirust, samanên jêrxane, veguhestin, û herweha Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê tê de beşdar bûn. Biryar heye ku ode bo şopandina pêdiviyên penaberên Sûrî di rewşa bestina berdewam de be. Bo vê odeyê melyon dolar ji bexşîna Qeterî ku Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê bi alîkariya serokê Hikûmetê wergirt hatibû terxankirin. Ji bo berdewamiya diravpêdana odeyê berpirsên odeya pêkhatî nêt dikin ku raporên pêdiviyan ji piştgiran re pêşkêş bikin, ew jî li gor raporên ji hêla rêvebiriya kaubarên penaberan di wezareta rêvebiriya xwecihî û yekîneya hevrêziya piştgiriyê ku ji wan re hatine pêşkêşkirin.
Jêder: Hevbendî – Hikûmeta Demkî