Dibistana Behirke ku wezareta perwerdeiyê ya herêma Kurdistanê û bi alîkariya rêxistina “UNICEF” di sala 2014 de ji bo penaberên sûrî damezrandin, ta niha deryê wê dibistanê girtiye.
Mamoste Heval Elî û her weha Rêvebira dibistanê dibêjin ku “sedema girtinê ne ji ber nedana mûçeyên mamosteyan ne, lê sedem ewe ku şagirtên dibistanê ji penaberên Ereb û êzîdî tunene. Ji lewra penaberên Sûrî bûne qurbaniya nebûna wan, û ji mafê xwe yê xwendinê bê par mene”.
polîsên navçeya “Behirke” ji mere diyar kirin ku jimara penaberên sûrî zêdetirî 2500 malbatî ne ewjî li gor formên UNê û faylên xaniyên kirê ne .
Tê zanîn ku dibistana Behirke 18 polin ,taybetin bi qonaxa seretayî û amadeyî.
Jêder: Hevbendî – Hîwa can / hewlêr