Netewên Yekgirtî dilrehtiya xwe anî ziman li hember rewşa penaberên Sûriyê, nemaze piştî standina Hikûmeta Libnanê çendîn yasa û rêşûnên nû li hember derbesbûna Sûriyan bo Libnanê û sepandina viza li ser penaberan. û Ron Rîmond berdevkê komsyona karûbarên penaberan got:”Em dilreht in ji ber ev yasayên nû rewşa penaberan li Libnanê berçav negirtine . û pirsê dikin li ser hebûna daxuyaniyek fermî ya nivîskî bi diyarkirina wan rêşûnên nû yên Hikûmetê ragihandine û herwiha xuyakirina çawaniya pêkanîna wan”. têzanîn ku penaberên Sûrî di dewletên Cîran de di tirsa dubarebûna bobelatên xwe yên Salane de dijîn bi sedema sir û serma werzê Zivistanê, nemaze bi nêzîkbûna barîna bahozên berfê di van rojên pêş de li Rojhilata Navîn, ku penaberên Sûrî bitirs in ku Xêvetên wan li ber şapên baranê û li bayê berfê niqom bibin. nemaze ku penaberên Sûrî di baredoxên dijwar de dijî û rastî sir û sermayê dibin tevlî hemû alîkariyên têne pêşkêş kirin ji van dewlatan bo wan. Hêjayî gotinê ye ku berî çend rojan ji sermayê penaberekî Sûrî li Libnanê jiyana xwe jidest da, û li sala par jî çendîn zarokên penaber ji sermayê mirin.
Jêder: Hevbendî+Ele’rebiya