Hêzên rejîma Esed li vê dawiyê hilmetên xwe yên girtina welatiyên sivîl zêde dikin, ku duhî li roja înê li navçeya Qelemon ya li bakur-rojhilatê Şamê, pênc jin ji bajarê Riheybê bi gunehê hevjîniya digel çeteyên rêxistina DAIŞê girtin.
Ajansa “Smart” ya medya xwecihî ragihand ku pênc jin ji aliyê serbazên “Ewlekariya Leşkerî” ya rejîma Esed piştî serdegirtina malên wan li Riheybê hatin desteserkirin, hevdem xelkê bajêr nikarîn pirsa çarenivîsa wan bikin ji tirsa girtina di nava xelkê deverê de dibe.
Hêzên rejîmê gelek caran bi hilmetên serdegirtin û desteserkirinê li deverên di bin kontrola xwe de radibin, di nav de gelek mirovên ciwan hatine girtin, bi armanca leşkeriya neçarî û ya yedek, yan jî bi dozên siyasî û leşkerî.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan berî niha girtina 31 jinên gihayî li Sûriyê di çileyê 2019 de bi belge kiribû, ku herî bêhtir li ser destê hêzên rêjîma Esed û hêzên ewlekariya wê hatibûn bûn.
Tora Sûrî di raporta xwe ya sala par de, piştrast kir ku hejmara jinên binçavkirî ji aliyê rejîma Beşar Esed ji heşt hezar jin zêdetir in, di nav de 300 zarok di bin temenê hejdeh salî de, û zêdebarî nêzîkî du hezar jinên bêserûşûn, li gel bi hezaran jinên ji navendên binçavkirinê hatine serbestberdan.
Hêzên rejîmê dizanin ku ew jinên têne girtin yan jî yên dikevin di nav destên wan de, bi piranî bêsûc in, û têkiliyên wan bi çalakiyên çekdarî û bi tohmtên li dijî wan nîn in, lê belê ew bi dehên bihaneyan peyda dikin ji bo yasakirina kiryarên girtina sivîlên bêguneh, ne ji îro de, lê ji destpêka şoreşa Sûriyê di 2011an de.
Û çavdêr van kiryaran bi armanca zêdekirina fişaran li dijî opozisyonê ji aliyê hêzên rejîmê dibînin, da ku rê li pêşiya xwepêşandanan bigirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî