Pênc kesên sivîl li bajarê Qamişlo îro Pêncşemê 21nîsanê di encama ketina topên hawinê de bi ser taxên Elaya û Zeytûniyê jiyana xwe ji dest dan û bi dehan welatî birîndar ketin.
Topên hawin ji focê 154 ji Terteb bi ser taxên bajêr de dihatin topbarandin, li gor ku peyamnêrê malpera me li bajarê Qamişlo ragihand.
ev topbaran weke beşekî ji şerê ku di navbera hêzên çekdar yên bi ser partiya Yekîtiya Demuqrat PYD, û çekdarên bervaniya niştimanî ya bi Elmuqeneîn tê naskirin derket ku ji roja Çarşemê 20 nîsanê de bû.
Di heman demê de peyamnêrê me nîşan da ku welatiyên Qamişlo ber bi gundwaran û bajarên nêzîk ve mîna Amûdê û Tirbesipiyê koçber dibin.
Jêder: Hevbendî