Ji bo pêşwazîkirina laşê pêşmergeyê pakrewan, Haşim Izedîn, roja Şemiyê 15-12-2018, bisedan welatiyên Kurd li dergehê Sêmalka Kom bûn.
Welatiyên bajarê Dêrikê û bajarokê Girkêlegê di rêwresemeke berfireh de laşê pakreanê pêşmerge ji bo gundê Erûr veguhestin û bi xakê sipartin.
Gotina xwecihiya Girkêlegê ya Encumana Niştimanî Ya Kurd li Sûriyê ENKS ji hêla serokê xwecihiyê Xelîl Osman ve hate xwendin , tê de li ser hûrgiliyên pakrewaniya Haşim axivî û anî ziman ku ew ji erkê xwe vedigeriya dema ku li rastî wê bûyera tirafîkê hat.
Xelîl di gotina xwe de spasiya peşdaran li ser wefadarî û dilsoziya wan kir, û li ser wateya pakrewaniyê axivî û sersaxî ji malbata pakrewan re xwest.
Gotina malbatê ji hêla bavê pakrewan hate pêşkêşkirin, têde spasiya hemû beşdaran kir û got ku ” Haşim kurê we teva ye” .
Tê zanîn ku pêşmergeyê pakrewan Haşim Izedîn roja Înê 14-12-2018 dema ku ji erkê xwe vedigeriya di bûyereke tirafîkê de li herêma Kurdistana Iraqê jiyana xwe ji dest da.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê