Wezareta Dahatên Bingehîn û Çandiniyê û Dahatên Avê, pirojeyê xaza xuristî (Biyogaz) li bajarê Heresta ser bi gundewarê Şamê ve, ku ji bal Encûmena xocihiya Hersta hatî amadekirin, û li gor jêderên wezaretê :”bîroka piroje hat li ser avakirina malikeka taybet bi berhemhênana gaza xuristî ji keresteyên tingan, û karanîna wê ji bo bidestxistina wiza kehrebê ku bikaribe tirmpeka avê bigerîne,û bi vê yekê karibe avê bi erzanî derxe,û bi amrêzeke berdewam avê dabîn bike bo1650 xêzanên yek ji taxên vî bajarî.” û heman wezaretê da zanîn ku:”wê vî pirojeyî li gelek deveran belav bike.” û wezareta navhatî amaje kir ku:” wê nêzîkî nîv milyon dolar bidest aniye bo kirîna Tovê genimê Sûrî yê ter û yê hişik bo parastina coreyên genimê Sûrî ji windabûnê bi rêka kirîna nêzîkî 1750 ton genimê Sûrî ji hemû coreyan û li demsala çandiniyê wê li ser cotyaran bête belavekirin wek tovekî xomalî bi rêka sazîya Çakirina Tov ya girêdayî wezareta Dahatên Bingehîn, bi hevkariya rêxistina Elmanî bo hevkariya nêvdewletî (GIZ).
Jêder:(Hevbendî+Hikûmeta demkî)