Toreya Sûrî ya mafê Mirovan 19947 Bermîl ko rêjîma Esed bi Parêzgehên corbicor de berdane ji gava ko biryara Encûmena Ewlekariyê derketiye ya hejmara 2139 ji Sibata 2014an heta 20 Sibata 2016an belgeh kirine.
Di biryarê de Bermîlên teqîner bi xwe bi nav kirine ko divê êrîşên li dijî sivîlan birawestin, “Hem jî bikaranîna çekan li herêmên xelkên sivîl ji nav wan jî bombebarana topê û ya asmanî wek bikaranîna bermîlên teqîner“ çimkî biryar soz dide eger pê pabend nebin dê pêrabûnên din bikin.
Li gora Tîma belgehkirinê ya Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan dibêje ko Bermîlên teqîner bûne sedema kuştina 8136 sivîlan ji nav wan 2274 zarok û 2036 Jin ji Parêzgehên jêrîn:
Heleb: 4754 sivîl, ji nav wan 1302 zarok û 1218 Jin
Dera: 967 sivîl ji nav wan 319 zarok û 297 Jin.
Idlib: 936 sivîl ji wan 274 zarok û 176 Jin.
Hema: 438 sivîl ji wan 112 zarok û 109 Jin
Hums: 441 Sivîl ji wan 94 Zarok û 102 Jin
Gundewarê Şamê: 371 Sivîl ji wan 126 Zarok û 94 Jin
Reqa: 71 Sivîl ji wan 16 Zarok û 23 Jin
Dêra Zorê: 57 Sivîl ji wan 13 Zarok û 7 Jin
Hesekê: 61 Sivîl ji wan 9 Zarok û 6 Jin.
Qunêtira: 19 Sivîl ji wan 6 Zarok û 4 Jin
Şam: 12 Sivîl ji nav wan du Zarok
Tertûs: 7 Sivîl ji nav wan Zarokek
Laziqiyê: du sivîl
Jêder: Hevbendî