Rojnameya “E’nib Beledî” ya xwecihî mirina zorekekê li bajarê Dûma li Xûta rojhilat bi sedema redkirina Rijêmê ji çareserkirina wê re li derveyî navçeyên dorpêçkirî ragihand, yekser piştî çend demjimêran ji hişyarîdana Xaça Sor ya navdewletî ya derbarê têkçûna rewşa mirovî ya xirab li Xûtayê.
Rojnameyê li ser zarê peyamnêrê xwe li Xûta rojhilat ragihand ku duhî roja sêşemê zarokek mir li dema ku li benda çareseriyek bilez bû ji bo çareserkirina wê li derveyê navçeyên ji aliyê hêzên rijêma Esed ve dorpêçkirî ne.
Berdevkê fermî yê rêveberiya saxlemiya gundewarê Şamê, Dr. Fayiz E’rabî ji rojnameyê re got ku bi sedema nexweşiyên demdirêj zarok jiyana xwe jidest didin, û ew nexweşî xirabtir dibin bi sedema dorpêçkirina navçeyê ji aliyê hêzên Esed.
Zêdetir got ku zarok zêdetir tûşî nexweşiyê û mirinê dibin bi sedema kêmiya derman û pizîşkan û jikarketin û têkçûna xizmetgozariya nexweşxaneyan bi sedema bombebarankirina rojane ya hêzên Esed.
Hevdem ku rêveberê herêmî yê Xaça Sor li rojhilata nêzîk û navîn Robêr Mardînî hişyarî dabû ku rewşa mirovî li Xûta rojhilat gihiştiye “qonaxeke metirsîdar.
Û gotibû ku “xelkên dorpêçkirî bi çavê xwe dibînin ku hinohino jiyan li wan teng û zehmet dibe, û kereste û xwarin û alîkarî peyda nabin û hin xêzan rojê bitenê carekê xwarinê dixwin”.
Rijêma Esed raguhestina 500 nesaxên Xûta rojhilat yên pêwîstiya wan bi çavdêrî û çareseriya pizîşkî heye ji aliyê NY redkiribû.
Hêjayê gotinê ye ku desteya danustandinên Sûriyê rijêma Esed bi xwevekişandina ji piroseya siyasî di geşta dawiyê ya danustandinên Cenêv de tometbar kiribû, ji ber berdewamiya wê li ser yekalîkirina leşkerî û bombebarankirina Xûta rojhilat û çend navçeyên din.
Û NY raportek li heftiya borî belavkiribû û têde gotibû ku hejmara qurbaniyên nexweşên giran li Xûta rojhilat bilind bûye û hejmara kesên jiyana xwe jidest dane gihiştiye 16 kesan.
Herwiha ku her ji destpêka çiriya pêşiyê ya borî, Xûta rojhilat rastî êrîşên esmanî ji aliyê firokên şer yên hêzên Esed dibe, û têde gelek kes hatine kuştin, tevî wêrankirina avahiyên nişteciyên navçeyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî