Komîta Azadiya Rojnamevaniyê di Hevgirtina Rojnamevanên Sûriyê de ya ko têperiyên di dermafê Rojnamevanan li sûryê dibin belge dike ragihand ko: li Sûriyê di heyva Tîrmehê de du Rojnamevan hatine kuştin û bi wan hejmara Şehîdên ragihandinê ji Adara 2011an ve heta nuha giha 246 Şehîdan,
Herweha Komîtê komek karên li dijî Ragihêneran bûne belge kirine, wek girtina Rojnamevanan ji aliyê Asayişa Partiya Yekîtiya Dîmuqrat (PYD).
Komîta Azadiya Rojnamevaniyê nîşan kir: di dema ko amanckirina Rojnamevanan bi kuştin û girtin êşkencekirinê berdewame, di heman demê de Komîtê têperiyên ko di mafê Rojnamevanan li deverên derveyî Desthilata Esed û yên ko hebûna wî ya nediyar li wan heye belge kirine”, herweha Hevgirtina Rojnamevanên Sûrî xwest, rêz li Azadiya karê ragihandinî bê girtin, û karmendên ko tê de dixebitin bêne parastin, û her kesê ko destdirêjî di dermafê wan de kiribe bê sizakirin.
Jêder: Hevgirtina Rojnamevanên Sûrî