Piştî têkçûnên Hêzên Esed di derbasbûna Taxa Cobera Şamî de dest bikaranîna çekekî Rûsî yê nû kir. serkiredeyin meydanî ragihandin ku çekê Rûsî ( UR 77) avahiyan û her tiştê li ser riwê erdê diherifîne, ew sîstemek dijî mayîna ye, taybet bi berdana wizeyin teqîner ku bi sarûxan ve tên girêdan û dikarin di zeviyên mayînan de bi dirêjahiya 90m û firehiya 6m derbas bibe, û ev komele teqînin gewre dikarin her tiştî di çarçoveya pîvana nîşankirî de biherifîne û wêran bike bicî tine. Li gor kenala Elerebiye çalakvanan gotin: ” Ev komele di şerê Şîşan de ji aliyê hêzên Rûsî bikar hat, û ew ji afirandina hêzên endeziyariyê di Artêşa Rûsî de ye, niha di wêrankirina Taxa Cobera Şamî de bi awayekî rêbazkirî û berdewam bikar tê, piştî têkçûna hêzên Esed û milîşiyên tiror yên Hizbillah di derbasbûna wê û deverên derdorê de”.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Xêr Elwezîr li ser bumbebarana Taxa Cobera Şamî di daxuyaniyeke berî niha de gotibû: ” Ev wêrankirinek rêbazkirî ye, ji encamên tirsa rejîma Esed ji kişîna şoreşgera ber bi navneda paytextê Şam, ya baregeha ewlekariya herî bi tirs e ji saziyên ewlekariyê re, ji ber cihê Taxa Cober yê istrtîjîk, xeleka hevgirêdanê bi Xûteya Rojhilatî re ji bo rejîma Esed bûye sawîrê herî bêaram”.
Elwezîr got: ” Cober îroj rastî qirkirinek giştî bi dijwartirîn çekên kevin û nû tê, zêdey wilo divê tu kes jibîr neke ku ew yek ji qurbaniyên çekê kîmawî bû, yê ku Beşarê Esed mezintirîn tawana cengê di cîhanê de di sedsaliya bîst û yekê de di sal bûrî de pê nivîsand”.
Di hevdîtinek taybet de bi yek ji serkirdeyên meydanî li Cober bi nivîsgeha ragihandinê di Hevbendiyê de, tekez kir: “Dûbare bedenkirina rêxistina serbazan li Coberê di pêkhatiyek hevgirtî de, yek Erkan û yek odeya operasyona hevgirtî bi serkirayetiya hevgirtî li û ta têkildar e, ev yek dibe di guhertina nexşeya şoreşê de di hindirê deverê de alîkar be, eger alîkariya şoreşgeran di piştgiriya têr û misogirkirina çekan yên dijî mertalan in “.
Jêder: Hevbendî