Duhî roja duşemê fermandarê polîsê niştimanî lîwa Ebdulrezaq Eslan Ellaz got ku tabûreke nû ji “polîsên niştimanî” yê li gundewarê bakur û rojhilatê Helebê niha xwe amade dike ji bo derbasî herdu bajarokên Soran û Axtirîn bibe.
Eslan got ku ev tabûr ji nêzîkî 600 serbazî pêkhatiye, û wê bêne belavkirin li navendên polîs li herdu bajarokên navborî, piştî çend heyvan ji belavbûna wan li navenda bajarê Azazê.
Lîwa Eslan diyar kir ku polîs ji 2 dezgehên asayîşê pêktê, yekem “polîsê sivîl” û duwem “hêzên taybet” ku hatiye erkdarkirin tenê bi erkê parastina ewlehiya giştî li navçeyê.
Eslan diyar kir ku ev tabûr hatiye meşq û rahênankirin li navendên polîsan li bajarên gundewarê Helebê, û ev pêgav tê di çarçoveyê pilaneke giştgîr de ku dezgehê “asayîşa niştimanî” her ji reşmeha 2017an ve li ser kar dike.
Eslan bal kişand ku hêzên polîs û asayîşa giştî li gundewarê bakurê Helebê li çend rojên bûrî dergeh bo xwebexşînê li pêş jinan vekirin, ji bo dirustkirina beşê polîsê jinan li navçeyê, û tekez kir ku wê li xulên polîsgeriyê bêne rahênankirin, tevî perwerde û meşqa hêzên taybet û jinavbirina “terorê“.
Û ” polîsê niştimanî” li bakurê Helebê li Tirkiyê hatine rahênan û perwerdekirin, û çend tabûr derçûn e ji bo wergirtina rêvebirina navendên ewlehiyê li bajar û bajarokê li jêr kontrola “Artêşa Azad” de ya beşdar di oparesyona “Mertala Feratê” de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Ineb Beledî