“Koma Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê” şehîdketina 3542 Filestîniyên Sûrî belgeh kirine, ji nav wan 463 jin ko bi destê rêjîma Esed ji destpêka şoreşê de di adara 2011ê û heta tîrmeha borî hatine kuştin, li gora serjimara ko Komê li ser malpera xwe roja duşembê belav kiriye.
Komê got 1621 girtiyên Filestînî li şaxên ewlekarî û asayişa rêjîmê ji wan jî 102 jin girtî ne, di heman çaxî de jî dorpêçkirina hêzên rêjîmê û milîtanên “Elcebhe Elşe’biyê Ya Tehîr Filestîn Serpereştiya Girtî” ji Muxeyem Yermûk yê başûrê Şamê re ket roja 1466 emîn de.
Komê bêtir got ko wê mirina 196 penaberî li kampa Yermûk ji ancama kêmbûna xwarinê û guhdana bijîşkî û dorpêçê belgeh kirine, û av ji 1054 rojan ve negihaye Muxeyem, û destnîşan kir ko ji 1205 rojan ve av negihaye mexeyem Der’a , hem jî xelkên muxeyem Henderat li Helebê ji 1548 rojan ve koçber kirine.
Tê zanîn ku enaberên Filestînî li kampên taybet bi wan li Sûriyê niştecih dibin, û mezintirîn yek Muxeyem Yermûk e û piraniya xelkên wê bi sedema kontrolkirina Daiş koçber bûne, her weha beşekî mezin li muxeyem Elneyreb û Muxeyem Henderat li Helebê û kampa Xan Elşêx rojavayê Şamê dijîn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans