Dadgeha gel ya bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve serkirdeyê kurd Salih Omer Cemîl bi salekê binçavkirinê dadgeh kir.
Dema malbata Cemîl, endamê komîta navendî ya Partî Dîmuqratî Kurdistanî – Sûriya PDKS, serdana wî li zindana Elaya kir, malbata xwe agahdar kir ku dadgehê bi saleke zindanê ew dadgeh kiriye, li gor daxuyaniya keça wî Barîn ji malpera me re.
Her weha Barîn diyar kir ku rewşa bavê wê ya tendurestî nebaş e, û zindan wê bandoreke neyinî mezin lê bike.
Di heman mijarê de û bi biryarekê ji hêla dadgehên PYD ve, serkirdeyekî din yê PDKS bi navê Cinêd Şêx Mecîd bi saleke zindankirinê hate dadgehkirin.
Tê zanîn ku herdû serkirdên PDKS ji xelkên bajarokê Girkêlegê ne, di heyva Tebaxa 2017 de hatin binçav kirin, û ji bilî wan jî gelek serkirde, çalakvan û midiyakarên kurd di zindanê PYD de ne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbnediyê