Hejmarek ji dibistanên gundewarê Idlibê rawestana karê xwe ragihandin, ta êrîşên rêjîma Esed û Rûsya li ser parêzgeha Idlibê rawestin.
Navenda Idlib ya perwerdeyê got ku wan biryar daye du rojên din, ji roja şemiyê de, domandina dibistanan rawestînin ji bo jiyana xwendekaran biparêzin, ji ber ew ditirsin ko dibistan di heman çaxê hebûna şagirtan de bombebaran bibin.
Duh înê pir êrîşên asmanî li ser bajarê Mee’ret Elnu’man li gundewarê başûr pêkanîne , firokên rêjîmê yên cengî bazareke gelêrî amanc kirine, di encamê de sê kes şehîd ketine û çend kes birîndar bûne.
Her weha bajarê Elteh ket ber bombebarana firokên cengî û yên hilîkopter, û di encamê de kesek şehîd ket û hejmarek birîndar bûne, û çalakvanan şehîdbûna du kesan li gundê Tehtaya belgeh kirine, li gundewarê rojava jî bajarê Cisir Elşixûr û bajarokê Bidama û derdorên gundê Bekserya ji hêla hêzên rêjîmê ve topbaran bûn.
Hevbendiya niştimanî duh di daxuyaniyeke xwe de got ku rêjîm bi piştgiriya Rûsya dixwaze rewşa ko ew dixwaze li ser xakê feriz bike, li gora siyaseta tawankarî ya dimeşîne, ko bermîlên teqîner û mûşekên kuştinê û operasiyonên koçberkirinê û dorpêçkirinê pêk tîne.
Gundên Idlibê ji heftiyekê ve ketiye ber operasiyoneke leşkerî ya berfireh ji hêla Rûsya û rêjîma Esed, ko firokên cengê yên Rûsya û hilîkopterên rêjîmê bajar û bajarokên gundewarê Idlib bi dehên êrîşan bi bermîlên teqîner rojane amanc dikin, di encamê de bi dehan sivîl şehîd ketine û birîndar bûne û bi sedan malbat derbider bûne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî