Duhî roja înê, zêdetir ji 15 sivîlên Xûta rojhilat a Şamê ya dorpêçkirî bi sedema zêdegaviyên leşkerî yên hêzên Esed û milîsên wê li ser taxên nişteciyan hatin kuştin.
Û ligor belgeyên çalakvanên Xûta rojhilat li gundewarê Şamê, şeş sivîl li bajarê Heresta bi destê hêzên Esed û milîsên wê şehîd ketin bi sedema bomebarankirina navenda bajêr bi mûşekan.
Çalakvanan diyar kir ku duhî du sivîlên ku yek ji wan zarok bû bi topên hêzên Esed hatin şehîdkirin, bi sedema topbarankirina taxên Hemoriyê li gundewarê Şamê.
Û dezgehên ragihandinê ên Xûta rojhilat belav kirin ku piraniya bajarokên Xûta ev zêdetir ji du heyvan e bi top û mûşekan ji aliyê hêzên rêjîma Esed û milîsên wê têne armackirin, û bûye sedema wêrankirina avahiyên nişteciyan û birîndarbûna bi dehên sivîlan.
Û bi neçarî xelkê bajarokê Bêtcin ji malên xwe ber bi Idlibê û Dera de bar kirin, bi sedema oparesyonên leşkerî yên hêzên Esed, û ligor çalakvanan, hejmara koçberan bûye zêdetir ji 500 kesî, û bal kişandin ku bajar bûye “komek wêranî” bi sedema bombebarankirina tund û bêserûber bi çekên qedexekirî.
Hêjayê gotinê ye ku navçeya Xûta rojhilat zêdetir ji pênc salan ve ji aliyê hêzên Esed û milîsên wî dorpêçkirî ye, û têde xelkê dorpêçkirî û nemaze zarok rastî derdeseriyan tên bi sedema nebûna kelupelên xwarinê û derman, û hin çavkaniyên saxlemiyê li Xûta rojhilat bal kişandin ku ana 195 zarok di metirsiya mirinê de ne, bi sedema belavbûna nexweşiyên pûçbûnê û kulbûna mêlakê û êşa zirav û nebûna vaksînên zarokan yên pêwîst.
Tê zanîn ku daxwaza NY ya ji bo raguhestina nesaxan ji navçeyên dorpêçkirî ji bo wergirtina çareserî û çavdêriya pizîşkî ji aliyê Rijêmê hat redkirin, û ev yek bû sedema têkçûna rewşa tenduristiyê û mirina 13 nexweşan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî