Bi helkefta roja cîhanî ya Jinê xwecihiyên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li gelek bajaran ew roj vejand û aheng li darxistin.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê li parêzgeha Hesekê Diyar kir ku li Hesekê , Amûdê, Dêrikê ,Qamişlo aheng bi boneya roja cîhanî ya Jinê û bi amadebûna hejmarek ji alîgirên Encumanê hatin lidarxistin.
Li bajarê Qamişlo ahenga roja cîhanî ya Jinê li kolana yarîgeha giştî û bi amadebûna hejmarek serkirdeyên desteya serokatiya ENKS û Emîndariya giştî hate birêvebirin .
Gotina ENKS bi Zimanê Erebî û Kurdî ji hêla Nisrîn Çeto û Yisra Zibêr hat xwendin, tê de dîroka xebata Jina Sûrî û ya Kurd hate ziman, her weha piştgiriya Encumanê ji xebata Jinê re diyar kir, û di heman gotinê de doz li Jinê hat kirin ku xwe di hemû waran de pêşde bibe û xebata xwe bi hêz bike.
Ahenga ENKS li bajarê Qamişlo rastî binpêkirineke mafê mirovan û Jinê hat li gor agahiyên peyamnêrê me yê ku diyar kir “berî aheng bi dawî bibe çekdarên PYD rê li ber berdewamiya ahengê birîn û bi zorê aheng bi dawî kir”.
Derbarê vê binpêkirinê Emîndariya giştî ya ENKS daxuyaniyek belav kir têde kiryarên PYD bi tundî şermezar kirin, û got “kiryarên îro tekeziyeke ku ragihandinên PYD derbarê rêdana çalakiyên ENKS dereweke mezin e , û PYD di binpêkirinan de berdewam e”.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê