Odeya Doktoran ya rêveberiya PYD li bajarê Kobanê, duh 19 cotmehê ji bijîşkên Kobanê xwestin ku tevlî Komînên wan bibin li gor ku Dr.Bextiyar Husên li ser rûpela xwe ya Facebook ragihand, û nîşan da ku eger nebin endam di komînê de wê ew ji karên wan werin dûrxistin û rê nadin wan ku di ti saziyên tendurustî de kar bikin
li ser vê mijarê çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku ” PYD dixwaze di riya Komînên xwe re jiyana welatiyan kontrol bike.
Mihemed da zanîn ku “PYD” pêdiviyên jiyanê bi Komînên xwe ve girêdide bi armanca ku xelk neçar bibin û tevlî wan bibin û ev ji kiryarên rêjîmên totalîter tekrew in.
Jêder: Hevbendî