Derbarê cîbicîkirina biryara rêveberiya bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD, bêtirî 30 nivîsgehên partî û dezgehên civaka sivîl û yên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûrî ENKS û yekîtiya ciwanan û dezgehên fêrkirina zimanê Kurdî hatin girtin.
Derbarê vê yekê Ebdulsemed Xelef Biro endamê emîndariya giştî ya ENKS kiryarên PYD şermezar kirin û got : PYD li ser şopa Partiya Karkerên Kurdistanê PKK hewil dide ku jiyana siyasî mîna Kurdistana Tirkiyê li devera me jî bi dawî bike.
Her wiha Xelef Biro ragihand ku malên tavaya welatparêzekên kurd nivîsgeh û ofîsên Encumana Niştimanî Ya Kurd û partiyên wê ne, û ewê kar û xebata xwe berdewam bikin ta ku gelê kurd û Sûrî mafê xwe yê rewa biçesipîne.
Di heman mijarê de alîgirên PYD êrîşî hejmareke nivîsgehên partiyan û yên ENKS kirin û alavên wan şikandin ji bilî teqandina bumbeyekê li ber dergehê nivîsgeha xwecihiya ENKS li Girkê Legê.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê